Berda Çû

199 14 0
                                    

Ew serbixwe û bi gîv bû
Li beyaban wek kulîlk bû
Min jê hezkir bê hesab
Nizam çima ez hiştim çû

Ba berda çû
Sar berda çû
Serma berda çû
Mam di bin baranê de

Digo em ê bi hev re bin
Cotek kevok wek hev in
Min xwe dorê kir jî nebû
Hêlûn terikand û firî çû

Derd berda çû
Kul berda çû
Dil jê kir çû
Hiştim di nav xeman de

Kewên Bêbext (Helbest Kurdî) Hikayelerin yaşadığı yer. Şimdi keşfedin